Îro 38emîn Salvegera Cînosayîda Enfalê ye
Îro 14/4/2026an, 38 sal bi ser cînosayîda Enfal`ê re derbas dibin, ku proseyeke plankirî bû ji aliyê rêjîma Be`is ve ji bo têkbirin û jinavbirina nasnameya netewî ya Kurd û têkbirina hemû berhemên aborî, civakî û mirovî yên civaka Kurd.
*Qonaxa yekem ya pêvajoya Enfal`ê
Ji (23 / 02 heta 18 / 03 / 1988)
Sinorê êrîşa Enfalê ya yekem ji Dûkan, Bangird, Zey Baçuk, Mawat, Çawarta, Ezmer, Sûse û Sûrdaş ser bi parêzgeha Silêmaniyê pêk tên, roja 23’ê Sibat`ê demjimêr 1:30 heta 14’ê piştî nîvro gelê Yaxsamar, Sargelo û Bergaloyê di nava tarîtî û baranê de bi dengê qêrîna rejîmê şiyar bûn, ev teqîn wek guleya yekem a êrîşa Enfal`ê tê dîtin.
Piştî nêzîkî mehekê şer û rûbirûbûna giran di navbera Pêşmerge û artêşa Êraq`ê de, di 18.03.1988ê de, yekîneyên artêşê ber bi operasyona Sergelo û Bergelo ve ketin û roja 19ê Adara 1988an de YNK`ê bi daxuyaniyekê hejmara 3087ê girtina baregeha Serkirdatiya YNK`ê ragihand.
*Qonaxa duyemîn ya pêvajoya Enfal`ê
Ji 22/03 heta 01/04/1988
Qonaxa duyemîn ya Enfalê li dijî herêmên Qeredag, Bazyan û Derbendîxanê bû. Weke her car rejîmê her qonaxa Enfa`lê bi êrîşên kîmyayî dest pê kir, lewma piştî 6 rojan karesata Helebçe di 22’ê Adara 1988’an de gundê Sêwsênan bi awayekî rejîma Be`is hate bombebarankirin.
Ji ber vê yekê ev çek bû çeka herî xedar ku li dijî Kurdan tê bikaranîn,ev êrîş weke destpêka qonaxa duyemîn a Enfalê tê dîtin û di encama van êrîşên kîmyayî de zêdetirî 66 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn ku 30 ji wan zarok in,piştî ku Rêjîmê ev dever dagîr kir, hemû gundên vê deverê wêran kirin, ji wan 80 gund û 2241 xanî, ji wan 12254 kes, nêzîkî 5 hezar û 637 kes di Enfalê de hatin kuştin.
Piştî hilweşîna hemû gundên herêmê, Enfal 2 di 1'ê Nîsana 1988'an de bi dawî bû.
*Qonaxa sêyemîn ya Enfal`ê
07/04 heta 20 / 04 /1988
Ev qonaxa Enfalê weke pêvajoya herî wêranker û hovane ya Enfalê tê dîtin ku piraniya xelkê Kurd tê de hatin kuştin, sinorê vê navçeyê ji aliyê rojava ve bi rêya navbera bajarê petrolê yê Kerkûk û bajarokê Dûzxurmatu, li bakur jî rêya navbera Kerkûk û Çemçemalê ve tê, ji aliyê rojhelat çiyayên Qeredag û li başûr her sê bajarokên Kelar û Kifrî û Pêbaze ev êrîş wek êrîşa herî bi bandor û kujer li dijî herêmên (Çemçemal, Sengaw, Qadir Kerem, Doz, Kafri, Kalar, Bebaz, Tilako) tê dîtin, ku ev herêm girêdayî her sê parêzgehan (Kerkûk, Silêmanî, Diyala) bûn, ev êrîşa Enfalê ya herî mezin bû ku zêdetirî 500 gundan li xwe girtibû, tevî ku çar navçeyan hatin hilweşandin, di 14’ê Nîsana 1988’an de êrîşa Enfalê gihişt lûtkeyê, li gorî Komîteya Berevaniya Mafên Mexdûrên Enfalê, nêzîkî 20 hezar zilam, jin, kal û zarok kom bûne û şandine keleha leşkerî ya Quratû û çarenivîsa xwe nediyar hiştin, lewma ev roj bû roja Enfal`ê.
Ev hêriça qonaxa sêyemîn di 20'ê Nîsana 1988'an de bi dawî bû û gundekî Germiyan`ê hat rûxandin, gel li Qadir Kerem hatin komkirin, Piştî vê qonaxê, Elî Hesen Mecîd, Bariq û Sultan Haşim hatin cem girtiyên li Qadir Kerem yên hatibûn komkirin ,çend rojan televizyona rejîmê ew nîşan dan.
*Qonaxa çaremîn a Enfalê
Ji 03 / 05 heta 15 / 05 /1988
Enfal 4emîn li herêmên Geliyê Zêyê Biçûk, Deşta Koyê, Ağjeler, Teqtaq, Şuan û Bûyê pêk hat,Enfal roja 03-05-1988 an bi bomberdûmana kîmyewî ya li ser gundên Goptepe û Askerî ya ser bi navçeya Axjalerê de 154 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Di roja 15/05 an de jî artêşê hemû gundên herêmê wêran kirin û ev qonaxa Enfalê bi dawî bû.
*Qonaxa pêncem, şeşem û heftem a Enfal`ê
Ji 15 / 05 heta 26 /0 81 /988an
Qonaxên pêncem, şeşem û heftemîn yên Enfalê di 15ê Gulanê de li geliyên çiyayên Şeqlawa û Rewandûz`ê dest pê kir, ev hêrîş ji aliyê fermandarê Firqeya 5 û çavdêrê vê qonaxa Enfalê (Yûnis Mihemed Zerb) ve hat kirin, roja 15/05/1988 an roja dawî ya meha Remezan`ê çend firokeyan gundên Were, Elî Yawa, Simaqûlî û Nazanîn bombebaran kirin. Di vê êrîşê de 17 mêr û 19 jin 36 kes şehîd bûn.
*Qonaxa heştem û dawî ya Enfal`ê
08—26 heya 06-09-1988 an
Sînorên qonaxa heştem ya Enfalê ev bûn: Duhok, Zaxo, Batêfa, Kanî Masî, Zêwe, Dêrelok, Etrûş û Zawîta bû, piştî ku di 8ê Tebaxa 1988an de şerê navbera Êraq û Îranê bidawî hat, artêşa Êraq`ê hemû hêzên xwe ji navçeyên sînorî vekişand eniyên Enfalê ku di wê demê de 7 qonaxên Enfal`ê bi dawî bûn û tenê qonaxa heştem mabû, Qonaxa heştem ya Enfalê li dijî herêma Badînan a li ser sînorê Turkiyê bû.
Destpêkê êrîş ji bo gel bitirsînin bi êrîşên kîmyewî dest pê kir, piştî êrîşeke giran ya kîmyayî, rejîmê di 28ê Tebaxa 1988an de dest bi êrîşa bejayî kir û ev êrîş ji aliyê rojava ve ji Zaxo heta Amêdiyê dirêj bû û li aliyê başûr û rojhilatê Şêxan û Akrê girt, piştî herifîna hemû gundên vê deverê, roja 06/09ê bidawîhatina Enfalê hat ragihandin û bi vê boneyê efûyeke giştî hat ragihandin.
Ziyanên pêvajoya Enfal`ê
Di pêvajoya Enfalê de nêzî 4 hezar gund, 4 qeza, 30 navçe, 3 hezar û 100 mizgeft û 100 dêr û 2 Milyon Mih û Bizin wêran bûn.
Ji bilî ziyanên li jor, Enfal karesateke mezin a jîngehê bû ku rûyê ajal û riwekan li herêmê berovajî kir û rûberek mezin ji bax, zevî, rûbar û pîvazên ku hevsengiya jîngehê ji holê radike, wêran kir.
Xelat/PUKmedia
