XULAM SEYÎSÊ ME KURDANÛN
Helbest: Hinara Tajdîn
XULAM SEYÎSÊ ME KURDANÛN
Porê serê min rebenê bûye berfa wê şevketî,
Maf, azayî me bû qetî, ka welatê mey serkeftî ?
Dem û dewran hatin û çûn, em bindestyê aza nebûn,
Dewr, zemana ku ew dijmin xulam, seyîs, caryên mebûn.
Lê îro em bûne bindest, dûrketine ji xaka xwe,
Ji mala xwe, Welatê xwe, ber bistanê Dayîka xwe.
Kûr nalîne, birîndare, ax, kesera lat, zinaran,
Lûbîna wan dê, bapîran û hêsirên wan mexberan.
Dengê egît û mêrxasan ku diqûjyan çîya dihejyan,
Dijmin, neyar me ditirsyan, ku çelekya me dihesyan.
Mîna pela ew dircifîn, li ber tursê saw dikşandin,
Hevt şikefta, çel, kurtada tirk û eteb xwe vedşartin.
Hey dinyayê de wer binhêr, çi hewale û çi kedar,
Paşopê bû li me qeder, dilê Daykam bûye xedar.
Lê nizamê heya kengê, werê li ber dawya qencyê,
Em dest bînin eşq û şayê, morkin açix û sertacyê.
Dewr, zemana ku ew dijmin xulam, seyîs, caryên mebûn.
08-01-2026/ Ermenistan
********************

DORPÊÇ KIRINE ROJAVA
Hey mirovên dil bi qenc,
Birîn kûre dide kenc,
Zor û zexte bûye penc
Me dizîne text û tac.
Ne kuleke ku bêjim,
Derd û kula birêjim,
Evdal, hejar ker gêjim
Bê tewaşim û rijim.
Dorpêç kirin Rojava,
Ku kor bikin reş çava,
Kurdistanî bê xewe
Qerewile ro, şeva.
Mîna dergê ji pola,
Ew pêjberî wan kola,
Hildin ji wan kîn, tola
Derxin çeqel nav mala.
Xelat
