EVÎN Jİ KU TÊ?
Helbestvan: Hinara Tajdîn
Zanî, evîn qudretê tê,
Nava dilê paqij dertê,
Nava ba û bahozê tê
Tevî agrê volkanê tê,
Tevî baran, teyrokê tê
Tevî dengê baharê tê,
Tew tîrinja rojê dertê
Deng û sewda wêya xweş tê,
Ew pê hîsên dilê bengî
Wereq dide hezar rengî,
Mîna rengê keskesorê
Îmzekirî ji wê morê,
Çarna wisa bê însafî
Pirsgirêkan nakî safî,
Ew ku hêlînê direve
Dike wêran û xirave,
Mîna doste, mîna yare
Carna xurê mişk û mare,
Carna bê cî û bê ware
Digrî ber bay reş qedere,
Dema eşqe ew bi fadil
Ew rehete û bi adil,
Nig davîje hêdî, fesal
Dikşe mîna ava zalal,
Yekê kêlî wê bişkivtand
Derd û kulê wê veçirand,
Ewê bibe ça dêlegur
Mîna hespê kihêle bor,
Wê stêyrka bîne xwerê
Sîng bide sîngê qederê,
Wê bikeve dew û dozê
Ser wan rake tofan, tozê,
Wê xayîna bavê torê
Bike mirîyê nava gurê,
Evîn him gul û bilbile
Penceşêra nava dile,
Evîn mînanî destarre
Dil û cerga ew dihêre,
Carna dibe qehreman, şêr,
Dibe egît, dibe xweş mêr,
Lê carnajî hêsîr, pepûk
Dike heznê şîn û şipûk,
Dibe cirhet û çelekvan
Radbe tenê li serê çîyan,
Dikeve qelfê bilbila
Dibe teyrê baz berpala,
Carna bê hêz û bê guman
Dor wê dibe çeng û dûman,
Rê, dirb ber wê winda dibe
Reş terîyêda, ew qut dibe,
Hubê neke tu laqurdî
Tuyê bimînî jar dîl girtî,
Bibe gulek nava dila
Peyv, gotinê wan bilbila.
XELAT
