DIYARÎ

DIYARÎ

Helbestvan: Suphîye Bulut

 

Welatê min

Ma tu dizanî

Ez çi qasî ji te hez dikim

De ka bide min destûrê

Ji te re bêjim ya dilê xwe

Ez jîn û jiyana xwe

Diyarî navê te dikim

Ez dil û hestên xwe

Diyarî hezkirina te dikim

Ez zimanê xwe

Diyarî hebûna te dikim

Ez gul û kulîlkên li ber paca xwe

Diyarî bihara te dikim

Ez şad û kêfxweşîya xwe

Diyarî cejna te dikim

Ez xewn û xeyalên xwe

Diyarî xewa te dikim

Ez bawerî û daxwazên xwe

Diyarî hêvîyên te dikim

Ez xeml û rewşa xwe

Diyarî ala te dikim

Ez rih û canê xwe

Diyarî serxwebûna te dikim

Ez girî û kenê xwe xwe

Diyarî azadiya te dikim

Kurdistana min

 

XELAT