7.mîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî bi navê Serok Mam Celal dibe

7.mîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî bi navê Serok Mam Celal dibe

Di çarçoveya amadekariyên borda bilind a pêşangeha navneteweyî ya Silêmaniyê biryar hatiye dayîn ku, 7.mîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmaniyê dê di 3ê Cotmeha 2025an de, ku hevdeme bi koça dawî ya rewanşad Serok Mam Celal re ye, were lidarxistin û ev pêşangeh bi xola Serok Mam Celal Talebanî hatiye binav kirin. pêşangeh dê 10 rojan bidome.

Hêjayî gotinê ye ku, heta niha şeş Pêşangehên Pirtûkan ên Navneteweyî yên Silêmaniyê hatine lidarxistin, ya herî dawî jî şeşemîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmaniyê bû, ku tê de 40,000 sernav û 9 mîlyon pirtûk ji hêla 200 navendên herêmî û navneteweyî ve hatin pêşandan.

XELAT