Çîroka Şaneder Z, jina ku 75 hezar sal berê li Kurdistanê jiyaye

Çîroka Şaneder Z, jina ku 75 hezar sal berê li Kurdistanê jiyaye

Lêkolînerên Birîtanî karîne rûyê jineke (Neandertal) li Kurdistanê bibînin, ku nêzî 75 hezar sal berê jiyaye .

Kiloxê wê jinê ji aliyê şûnwarnasên (arkeologên) zanîngeha "Cambridge" ve di nav şikefta Şaneder de hatiye dîtin û navê (Şaneder Z) lê kirine.

Li gorî lêkolînan, dema (Şaneder. Z) miriye temenê wê 40 salî bûye û ev keşf ji bo lêkolîna li ser mirovên Neandertal destkeftek zanistî ya girîng tê zanînê.

Di laboratuvara zanîngeha (Cambridge) de û bi alîkariya du hunermendên Holandî, şikl û şêweyê rûyê (Şaneder Zed) hatiye dîtin û bi şêwazê 3D hatiye nîşandan.

Çîroka "Şaneder Zed" û keşfên herî dawî yên di warê Neandertalan de li ser Netflix-ê bi navê (Veşartiyên Neanderthal) belgefîlmek hatiye çêkirin.

Şikefta Şaneder dikeve navçeya Mêrgesorê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê. Ku li ser çiyayên devera Bradostê û ev şikeft dîroka wê vedigere bo serdema kevirîn ya herî kevin berya 80 hezar sal pêş zayînê.

Hêjayî gotinê ye ku sala 1997 peykerê zarokekî li şikefta Dûderî ya Herêma Çîyayê Kurmênc (Efrînê) ya Rojavayê Kurdistanê hate dîtin ku dîroka wê vedigeriya bo 80 hezar sal berya zayînê û navê (Zarokê Dûderî) lê hat kirin. Ku ji aliyê kompaniyeker Japonî û frensî ve lêkolîn tê de hatine kirin.

Eve jî nîşana wê yekê ye ku Kurdistan lendika şaristaniyetê ye mirovatî li ser vê axê destpê kiriye.

XELAT/ Kurdistanî Nwê