Firat Cewerî hevpeyvîna bi Rewşen Bedirxan re belav kir
Ronakbîrê kurd ê navûbang Firat Cewerî cara yekemîne hevpeyvîna xwe a taybet bi Rewşan Bedirxan re li bajarê Şamê ku bi rêya kasêtê tomar kiriye li ser tora xwe ya civakî faysbokê belav kir û weha nivîsiye:
"Min di sala 1987an de, bi hezar zehmetiyan, ji Swêdê berê xwe dabû Sûriyê da hemû hejmarên kovara HAWARê bicivînim, ji nû ve biweşînim û nivfşê nû bi dîroka ziman û edebiyata kurdî bihesînim. Ez li Baniyasê, li Rewşen Bedir-Xanê bûbûm mêvan. Min li ba wê mêvandariyeke pir germ û ji dil bihurandibû û pê re sohbeteke bi deng kiribû. Nêzîkî 40 salî bi ser vê sohbeta me ketiye, ev cara pêşî ye ez vê sohbeta bi deng bi we re par ve dikim."
Xelat
