Bi destûra Xwedê û Tawisî-Melek

Bi destûra Xwedê û Tawisî-Melek

Nivîskar: Kemal Tolan

Bîranîna Xwedê jê razî jinapa min Heno Talan, ya keça rahmetiya Fato û Temo Savgat

Bi destûra Xwedê û Tawisî-Melek

Rahmetiya jinapa min Heno Talan, gelek ji serpêhatî, rewş û jiyana xwe di vê bernama „Bernama Dem û Dewran“* de gotiye û min jî ev bîranînên wê nivîsandine. Jinapa min dibêje, „ Wexta mala bavê min Temoyê Hesenê Gulê ji deşta Diyarbekir hatine Şimzê, ez  hingê li Şimzê çêbume. Di pêşiya çêbûna min de, birayê min Dewrêş, Qasim û xwa min Gewrê ji bavê min Temoyê Hesenê Gukê û ji jinbava min Hezara Bîşar hebûne . Bavê min rahmetiyê Temo yê Hesenê Mîrza di wextê xwe de Êzdiyekî bi maldar bû  , sê çar şivan li ber pez û dewarên wî hebûn. Hingê milkê kalikê min Hesenê(Mîrza)û Gulê yê zavê mala Mustoyê Elo bû di gundê Şahsmê de jî hebû. Piştî çend salan mala me li li Şimzê mane pê ve, rahmetiyê apê Hizniyê Eliyê Dermo, yê biraziyê pîrka min Hezara Bişar ku li gundê Şahsmê dima dibêjê metika xwe Hezara Bişar, werin mala xwe wenîne gundê Şahsmê. Gava bavê min diçe gundê Şahsmê ew milkê xwe yê li Şahsimê jî dajo. Dûre wexta milkê mala bavê min yê Şahsmê ji wan hate standin, rahmetiyê birayê min Dewreşê Temo gote bavê xwe Temo, em êdî nikarin di Şahsmê de bimînin. Rahmetiyê birayê min Dewrêş û zavê xwe Hesoyê Mercîd radibin ji Şahsmê derketine çûne gundê Qulopdor avakirin. Behcetê Dawid yê serokê eşîra mala Remo dibêje rahmetiyê birayê min Dewrêş, êdî gundê Qulopdor gundê teye.

Bavê min Temoyê Hesenê Gulê ji bo kurê wî çêbibin sê jinên bi navê Qeşem, Fato û Xemsa anîbûn. Mala bavê min dûre ji gundê Qulopdor jî koçdikin dîsa mala xwe dibinê deşta Diyarbekirê dikevinê gundê Koçkê ava dikin. Piştî çend salan mala xwe ji Koçkê tînine deşte Wêranşarê û dikevine gundê Mozikê Da Xanê. Gelek li gundê Mozik man pê ve , êdî rahmetiyê birayê min Dewrêş bi destê çeteyên dewletê hate kuştin….“* Berdewamî di çavkanî *1 de ye

Rahmetiya jinapa min Heno ji min re jî di got, ez di sala  26.2.1937 de ji diya xwe Fato ya keça Rindê û Mamdê Temo û bavê xwe Temo yê Hesenê -Mîrza (Gulê)re li gundê Şimzê çêbûme. Wexta ez li gundê Qulopdor mezin bûm şûn de ez bi rahmetiyê zilamê xwe Emerê Kelo yê ku, mala wî li gundê Şimzê tevî ya rahmetiyê birayê wî Eliyê Kelo-Eyşê bû re zewicîm. Ji vê zewaca me çar qîz û kurek çêbun. Rewşa min û zilamê min rahmetiyê Emer li gundê Şimzê baş bû. Me aboriya xwe bi şivanî, çandin û rakirina erdên xwe dikir. Wekî din piraniya pismam, dost û nasên ku rahmetiyê Emer Talan nasdikin, ew jî dizaznin ku Xwedê jê raziyê zilamê min, di kar û barê gundîtiyê de gelekî pêkhatî û bi xîret bû. Ewî bi dehan caran melên xwe dida ber kar û barên gundiyên xwe. Lewma jî tevaya jin, mêrên gundî û cînaran amiltiya xwe pê dianîn û hurmeta wî digirtin. Gava gelê Êzdî ji ber zilm, zor û neheqiya li ser wan dihate kirin, hew dikaribûn li welatê xwe bijîn, êdi mecburû dev ji xaka bav u kalên xwe berde berê xwe bi de Evrupa. Di vaê nave re zarokên me di pêş me de û em jî di sala 1994 de hatine Almaniya . Rahmetiyê zilamê min Emerê Kelo di 03.07.2007 de çuye ber dilovaniya Xwedê û me ew di goristana bajarê Oldenburgê de parastiye erdê …..

Berdewamiya hinek agahdarî û zargotina ku rahmetiya jinapa min ji min re gotine jîdi çavkanî *2 de ne.

Hêvî dikim, Xwedê û Tawisî-Melek jinapa min Heno Talan bi dilovaniya xwe şad bikin!

Bila serê tevaya zarokên rahmetiyê, pismam, dost û nasên me sax be!

Şivan- Cemîl ê lawê jinapa min dibêje; ciyê rê û rismên oxirkirin û şîna diya min, wê ji 05 ê heta 07 ê .03 .2026 li „mala Êzdiyan a  Oldenburg- Eidechsen Str. 16, 26133 Oldenburg“ê bêne gerandin û em ê cesedê rahmetiyê diya min bibin di goristana gundê Şimzê de pispêrine axê!.

*Çavkanî :

1 Bernama Dem û Dewran Mêvan Heno Tolan

https://www.youtube.com/watch?v=KOQd4F4lxk4&t=34s

2 Hinek agahdarî û zargotina ku rahmetiya jinapa min ji min re gotine

https://www.facebook.com/profile/100006170713219/search/...

 

Xelat