Sînemeya Amûdê birîneke ji bîr nabe

Sînemeya Amûdê birîneke ji bîr nabe

 Nivîskar: Hozan Efrînî

Dema ku navê sînemaya Amûdê tê bîra mirovan an jî tê serlêvan û tê peyvandin, yekser hewildana komkujiyeke hovana bi dermafê zarokên gelê kurd tê bîra mirovan.

Agir pêketin û şewata Sînemaya Amûdê di dîroka kurdên me ê Rojavayê Kurdistanê bi giştî û ê herêma Cizîrê bi taybetî de, rojeke reş û bê wêneye  ku di roja 13-11- 1960`î de li bajaroka Amûdê ya Herêma Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê pêkhatibû. Wek tê zanîn ku di şeva 13'ê mijdarê de, agireke mezin û bihêz ket nava hola Sînemaya Amûdê, mixabin ku di encama wê agirê de, nêzîkî (283) zarok di nav kizot û pêtên agir de jiyan jidest dan û tevlî karwana perî û firîşteyan bûn.

Mixabin ku ew buyera mirovkujî ji bo piştgiriya hikûmeta Sûrî ya wê demê ji şoreşa Cezayirê,  fîlmekî bi navê Cerîmet Nisif El-Leyl (Cerîmeya nîvê şevê) ku ji aliyê rayederên hikûmeta Misirê ve hatibû destpêşxerîkirin û di dema kombûna zarokên Amûdê de, ew filîm hate pêşkêş kirin. Lê tiştê ku balkêş bû ye ku hola sînemaya Şarezadê ya Amûdê tenê têra 200 zarokan dikir, mixabin bêhtirî ji 500 zarokên kurd ên bajaroka Amûdê çubûn nav holê. Her weha di dema ku agir bi hola sînemayê dikeve, deriyê holê sînemayê girtî bû. Mixabin ku di encama wa buyera dilbiêş û kojerîn, bi qasî 283 zarokên kurd ji bajaroka Amûdê jiyana xwe ji dest dan.

Wek tê gotin ku kesayetiya ku jiyana xwe pêşkêşî rewanpakiya zarokên kurd ên Amûdê kirî û hejmareke mezin ji wan rizgar kiriye bi navê (Mihemedê Seîd Axayê Deqorî) ye ku wek rizgarvanên mezin ê jiyana zarokan bû ye û niha ew wek semobola wê buyerê tê naskirin.

 

XELAT