Benazîr Butto: Xwezî ramanên Mam Celal bibûna nexşerêya Netewên Yekbuyî

Benazîr Butto: Xwezî ramanên Mam Celal bibûna nexşerêya Netewên Yekbuyî

Di rûdanên dîrokî ên Êraqê de du dîmen hene ku şahîdiyê didin ser bandora Serok Mam Celal Talebanî yek jê ji devê (Întîfaz El-Qember) e ku wek berdevkê berê yê hikûmeta Êraqê bûye ku dibêje: "Ezê vê çîrokê bi were parve bikim, di civîna encumena hukim a Êraqê de, Mam Celal li pêşiya Nûnerê Amerîka ji bo Êraqê yê wê demê (Pol Brîmer) wek parêzerek rabû ser xwe û belgename û nexşeya Kurdistanîbûna Kerkûkê danî pêşiya wan û ew roj bi parêznameya dîrokî bêdengî hat şikandin."

Dîmenê din jî di sala 2003`an de di kongireya sosyalîst internasyonalîst de li Romayê (Mam Celal Talebanî) gotareke bihêz pêşkêş dike û têde behsa xebata gelê Êraqê ji bo demokrasiyê kir, serokwezîra Pakistanê ya wê demê (Benazîr Butto) piştî bihîstina gotara Mam Celal, matmayîbûna xwe tîne ziman û gotibû: "Xwezî ramanên serok Mam Celal bibûna nexşerêya Neteweyên Yekbûyî….."

Ev herdu rûdan nimûneya bandora navneteweyî û şiyanên dîplomasî yên Mam Celal in, roleke ku sinorên Êraqê derbaz dikir û bibû dengê gelekî.

Benazîr Butto, di sala 1988 û sala 1993`an du caran bû serokwezîra welatê Pakistanê û keça mezin yê serokê berê yê wî welatî  (Zulfîqar Elî Butto)ye.

Benazîr Butto, di 27ê kanûna pêşîn sala 2007an di êrîşeke xwekujî de jiyana xwe jidest da.

Xelat / Prtaw