BÊJE LOLO!...
Helbestvan: Xaylaza Reşîd
BÊJE LOLO!...
Bêje lolo çi dixazî
Mîna agir dibezî
Te kirim ta û terzî
Bêje min da, tu kê yî?.
Ji kî alî va tu hatî
Û ji kîjan welatî
Ne qeder ne xelatî
Bêje min da, tu kê yî?.
Bi zor dilê min vekir
Hêlînek tê da çêkir
Kê ev nifir li min kir
Bêje min da, tu kê yî?
Tu ne sî yî ne sitar
Ne gazî yî ne hewar
Ber te bû me stûxar
Bêje min da, tu kê yî?
Şerm dikim ji alemê
Zor didime qelemê
Lawikê sura min cemê
Bêje min da, tu kê yî?.
15.11.2025
Wêne yê min, 16 salî me...

Xelat
