Ji bo bîranîna Şêx Maşoqê Xiznewî

Ji bo bîranîna Şêx Maşoqê Xiznewî

Helbest: Konê Reş

Îro (01.06.2025), di roja Cîhanî ya Zarokan û 20 saliya terorkirina Şêx Maşoqê Xiznewî de, ez vê helbestê diyarî canê wî dikim:

Şêxê me şaşik şîn bû

Ne sofî û ne dîn bû.

Kurdperwer û zana bû

Doza wî xweş xuya bû.

Armanca wî wekhevî

Ji xelkên Sûrî re tevî.

Ku zilm û zor nemîne

Welat aram bimîne.

Mindal têde serfiraz

Bifirin wek teyrên Baz.

Lê mixabin sed carî

Kuştin xwediyê vî barî.

Cangoriyê vê sozê

Şêx Maşoqê vê dozê.

Lava dikim ji Yezdan

Gorbihişt be li asman.

 

Xelat