Li Amedê 11. Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî birêve diçe
Li bajarê Amedê ya bakûrê Kurdistanê di navbera 22ê Nîsanê û 2yê Gulanê de 11.Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, sibe destpê dike.
Festîvala ku dê komên şanoyê yên ji 19 welatan bîne cem hev, dê bajêr 10 rojan bike qada hevdîtineke hunerî ya pirzimanî û pirçandî.
Festîvala ku di bin koordînasyona Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de tê lidarxistin, tê de bi giştî 22 lîstik dê bên pêşandan. Dema ku piraniya pêşandanên lîstikan li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bên kirin, hin performans jî li qadên vekirî dê derkevin pêşberî temaşevanan. Di festîvalê de ku hemû çalakiyên wê belaş in, ji bo pêşîgirtina li qelebalixiyê, bilêt dê bi rêya sepana banbiletê bi awayekî belaş bên standin.
Komên şanoyê yên ji 19 welatên wekî Îtalya, Swîsre, Îran, Sûriye, Tûnis, Erebistana Siûdî, Filistîn û Ukraynayê dê heman şanoyê parve bikin. Festîval armanc dike ku bi rêya hilberîna hunerî di navbera erdnîgariyên cuda de diyalog were sazkirin û pêwendiyên çandî werin xurtkirin.
Xelat
