Li Amedê Monodramaye `Selme` Hate Nimayîş Kirin

Li Amedê Monodramaye `Selme` Hate Nimayîş Kirin

Grupa Şano ya Hawar a Kerkûkê bi monodrameya (Selme ) beşdarî di festîvala navdewletî ya monodrama ya ku li bajarê Amedê ya bakûrê Kurdistanê hate lidarxistin kir.

Serokê Grupa Şano ya Hawar a Kerkûkê Nejad Necim ji rojnameya Kurdistanî Nwê re ragihandiye ku, ew festîval tenê ji bo nimayîşkirin û semînerên rexneryî birêve çûye û tu xelatek têde nebûye.

Hêjayî gotinê ye ku monodrameya `Selme` pêştir li bajarên Kerkûk, Silêmanî û Çemçemalê hatiye nimayîşkirin û xelata şeşemîn a monodrameya navdewletî ya Qirtac a ku li welatê Tunisê vê dawiyê birêveçûbû bi dest xistiye.

XELAT