Penaxwezên Rojava: Mam Celal karîzmeya kurdî bû

Penaxwezên Rojava: Mam Celal karîzmeya kurdî bû

Di serdana şandeke Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bo ser mezara serok Mam Celal li girê Dabeşanê, serokê Encumena Penaberên Rojava-Sûriye Hozan Efrînî di nivîsa deftera bîranîn û serdangerên mezarê de wiha got: Em hatine wek kurdên penaber ên Rojavayê Kurdistanê wek wefadarî li hemberî kesayetiya mezin ê xebatkar serok Mam Celal ku kerîzmeya Kurdî û Kurdistanî bû, di heman demê de, rêber û serokekî neteweyî kurdî bû, wê her webe.

Efrînî di dirêjahiya nivîsa xwe de dibêje; Mîvanekî me ji Helebê Şêx Meqsûdê ku ji Efrînê ye temendare Sebrî bavê Luqman hatiye û daxwaz kir ku bi me re serdana mezara serok Mam Celal bike û ew serok Mam Celal wek serokekî mezin û rêberekî neteweyî kurdî dibîne û bi erkê xwe zanî ku vê serdanê bike.

Her weha Mihemed Bekir Teho ku lawê xalê Bekir endamê lîjneya peywendiyên Encumana me ye wiha got: Em serok Mam Celal ji bîr nakin ji ber ku hemû temnê xwe xiste xizmetê doza kurdî.

Ji aliyê xwe ve jî serdar Kobanî cîgirê berpirsa lijneya bilind a Encumena Penaberan aşkire kir ku Mam Celal serokekî mezin û dîrokî ye û emê li ser rêça wî dirêjpêder bin.

Xelat