ALTINDAR BE KURDISTAN
Helbest: Seyrana Celad
Kurdistan
Keça te nexweş û pir bedhale,
Şikestye qidûm tûne wê hale,
Lê dilê xişûş boy te dinale,
Agir girtye can şewat dikale.
Kurdistan
Eger hewce ye emrê min e genc,
Qurbana te be êş jî bibe qenc,
Li ser rêka gel şax vedim bi penc,
Bila bikawe dexma tîra qec.
Kurdistan
Ji te dibare nûr û nedere,
Tu yî li cîhan şewqa sihere,
Çima bû pare ev reş qedere,
Me xak terikand bûn penabere.
Kurdistan
Bê çareme û dest ji te dûre,
Êş û azaram gelekî kûre,
Birîndarim ez bi gefa şûre,
Tirê gîyan da volqana hûre.
Kurdistan
Ez dikim reca, hîvî dîleka,
Bibe stara çev birû beleka,
Xemxur vehûne gulyên xeleka,
Hêz, qewat bide horî meleka.
Kurdistan
Çong nedî li ber dijminên gemar,
Pêpeske serê dûpişk, mişk û mar,
Nehêl bilîyzin li ser te qûmar,
Xwîna wan bikşîn ji dil û demar.
Kurdistan
Bikene dilşad bi dêmê zîbar,
Altindar be bi sekna xwe kubar.
25.01.2026s
Xelat
