Hunermend Omer Şan serdana Hunermend Enwer Qeredaxî kir

Hunermend Omer Şan serdana Hunermend Enwer Qeredaxî kir

Îro roja sêşemê 13-5-2025 li bajarê Silêmaniyê di avahiya mekteba ragihandina YNKê de, mûzîkjenê navdar ê kurd mamoste Enwer Qeredaxî pêşwazî li hunermendê Rojavayê Kurdistanê Omer Şan kir.

Di wê dîdarê de, herdu hunermendan xweşhalî û dilgeşiya xwe nîşandan û hevsoziyên xwe ji bo pêşxistin û pêşveçûn û parastina mûzîk û hunera resena kurdî dupat kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di wê dîdarê de, sernûserê Kovara Xelatê Hozan Efrînî jî amade bû ku stayîşa rola herdu hunermendên kurd ji bo xizmet û parastina çand û hunera resen a kurdî kir.

XELAT