Penaberên Kurd li Silêmaniyê agirê Newrozê pêxistin
Bi amadebûna hêjmarek penaberên kurd ên rojavayê Kurdistanê îro 20-3-2026 li pêşiya baregeha Encumena Penaberên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê agirê newrozê hat vêxistin.
Ji aliyê xwe ve serokê encumenê Hozan Efrînî gotarek pêşkêş kir û têde behsa giringiya cejna netewî a gelê kurd Newrozê kir û tekez kir ku divê ev cejn hertim di bîra gelê kurd de be û were pîroz kirin.
Her weha qeşeyê dêra Anabaptîst a Amerîkî Hesen Ehmed jî axivî û destxweşî li encumena penaberan kir ku hersal agirê Newrozê pêdixe û vê cejnê bilind radigre û divê dirêjpêder be.




Xelat
