HORÎ- Çarenivîsa Kurd di Sûriyeya nû de
Lêkolînvan û Çavdêrê Siyasî û Çalakvanê Mafê Mirovan yê Kurd mamosta (Hesen Hesen) ji Rojavayê Kurdistanê ji bajarê Amûdê, roja şemiyê 16/8/2025 bû mîvanê Bernama (HORÎ) ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de çarenivîsa Kurd di Sûriyeya nû de hate gotûbêj kirin, mamosta Hesen Hesen diyar kir ku, di bin desthilata demkî ya li Sûriyê de, doza kurd li Rojavayê Kurdistanê wek çarenivîsa pêkhateyên Elewî û Durziyan di bin metirsiyê de ye.
Her weha Hesen Hesen da zanîn ku hêza HSDê rolek xwe ya bihêz hebû di şer de lê belê di warê siyasî aliyên kurdî nekarîn rola xwe bilîzin di warê diplomasî de û em dixwazin kurd bi yek dengî daxwaza mafên xwe bikin.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
XELAT
