52 NAVÊN MASIYAN
Nivîskar û Lêkoler: Zeynelabidîn Zinar
Hevkarî, alîkarî, pitevanî û hevgîrî wisan e!
Min nave 7 masiyan weşandibû û pirsîbû ka wekî din jî navê masiyan bi kurmancî hene yanena.
Gelek biraderên me navê masiyan nivîsîn û nivîsîn...
Niha jimara nave masiyên ku di emên Kurdistanê de dijîn, geha 52an. Lê dibe ku çend nav dubare bûbin.
Spas ji bo we hêjayan, her şad û bextewer bin.
Navê 52 masiyan:
Abore/n. Tîpa R zirav tê bilêvkirin: Cûreyek masî ye ku di çeman de dijî.
Ale/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye, lê zêde nayê xwarin.
Axî/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Bedar/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Beqerî/n. Masiyekî piştreş e û di çeman de dijî.
Çarlêv/m. Cûreyek masiyê
Curî/m. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Deqsor/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Derbî/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Devsor/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Dûdû/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Kerik/n. Cûreyek masî ye ku di cihê şîp ê çeman de dijî.
Kermasî/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Kevîj/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Koxî/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Leq/n. Di çemê Erezê de dijî, çermê wî wek yê dewaran e.
Marmasî/n. Navê masiyê weke mar e. Ev cûre masî tê xwarin.
Masîkartûx/n. Navê masiyê mertalkî ye.
Masîmerlan/n. Cûreyek masiyê sipî ye.
Masîsork/n. Cûreyek masiyê sor e.
Masîxatûnk/. Navek kelûl e, navek masiyê ale ye: Cûreyek masîyê goştxur e û bi sedan diranên hûr mina birrekê di dev de hene, devê wî jî pir fireh e.
Masîziman/n. Bi swêdî navê wî ”tunga fisk”, bi ingilîzî “sole fish”, bi erebî “semek wehid” û bi tirkî “dil baligi.”
Mox/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Naqor/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Pole/n. Cûreyek masiyê
Polik/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Pûlî/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Pupuk/m. Cûreyek masiyê
Qertel/n. Cûreyek masiyê
Qirtik/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Qotmasî/n. Masî kurt e û sere wî mezin e.
Şafir/n. Şelafir, cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Şanik/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Şebot/m. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Şebot/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Şelafir/n. Li şafirê biner.
Semasî/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Sergir/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Sergolik/n. Cûreyek masî ye û di çeman dijî.
Sering/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Şibot/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Şilavil/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Şilavila/n. Masiyekî bi simbêl e û di çeman de dijî.
Sîlexur/m. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Simtî/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Sorsork/n. Cûreyek masiyê sorkokî ye û di çeman dijî.
Terîx/n. Cûreyek masiyê Gola Wanê ye, jib o xwarina zivistanê tê hişkkirin.
Texte/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Tilpehîn/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Zere/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Zereke/m. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Zikreş/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
Ziqzîq/n. Cûreyek masiyê çemên Kurdistanê ye.
14/ 03/ 2024. 11:59
XELAT
