Yekem rojnamevanê ji Silêmaniyê çû nava Kobanê kî bû?H. Efrînî persiv dide

Rojnamevan (Hozan Efrînî) pêşkêşkarê romala taybet a Bernama (ROJAVA) li kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê bersiva pirsa (Dawûd Çîçek) dide, ku kî bû ew yekem rojnamevanê ku di sala 2014`an ji Silêmaniyê çû nava Kobanê ku yekem rojnamevan bû di roja herî zehmet de xwe gîhand wî bajarî.
Hozan Efrînî dibêje: Ez weku rojnamevanekî malpera (PUKMEDIA) ji bajarê Silêmaniyê ez çûm û derbasî bajarê Kobanê bûm, bi serfirazî wî demî tenê yek rojnamevan hebû ew jî Ferhad Şamî bû wekî din tu rojnamevan di nava Kobanî de tune bûn.
Efrînî diyar kir û got: Ew erkekî ser milê me bû, ku wê demê em ji aliyê PUKmedia ku malpereke giring a YNK`ê bû ku ez 10 salan têde xebitîm eve jî cihê rêzê ye ku we jî (Dawûd Çîçek) têde kar kir.
Di vê hevpeyvînê de behsa wê yekê jî hate kirin ku rewanşad Serok Mam Celal wê demê diyariyek ji bo şervanên Kobanê şand ku ew jî hêjmarek çek û teqemenî ku bi firokeyên hevpeymaniya navdewletî yekem car gihêştin şervanan li Kobanê ku ji asmanan ve avêtin nava Kobanê û Rojnamevan Hozan Efrînî wê demê li wir bû.
Her weha di berdewamiya hevpeyvînê de behsa rola xanima rêzdar Hêro Îbrahîm Ehmed û hêzên dijî terorê ji bo piştgîriya şervanan hate kirin ku niha jî Xanima Yekem a Êraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed bi temamî piştgîriya şervanan û gelê Rojavayê Kurdistanê dike.
Wêne: Hozan Efrînî
XELAT