Wek ku tu nema ji min hez dikî?!

Wek ku tu nema ji min hez dikî?!

Helbest: Konê Reş

 

Ezbenî! Wek ku tu nema ji min hez dikî?!

Êdî nema baran ji dengê te dibare..

nema karên xezalan, di beriya Mêrdînê de

xuya dikin..

Gelo! Dema ku ez tême bîra te

Tu min wek rêwiyekî, an nemroyekê,

di deftera kirîn û firotinê de, derbas dikî?!

Ezbenî ez û tu yek in!

Em kêlîkan kom dikin..

Lê sed mixabin, soz winda dibin û

Di encam de em herdu li xisarê ne!

Belkî rojekê, şevekê heyam bifetiqe

Û ez xwe wek Mîrê Botan serdest bibînim;

Nêrgiziya derdorî Seqlanê Meman,

bi ava Dicle av bidim,

Şevbuhêrkên di Burca Belek de

Bi lavij û stranên Botanî vejînim..

Belkî dareke Çinarê

di nav kefa herdû destê min de

şîn bibe, an Berbangeke nû

di nav herdu çengên destê te de

Ronahiyê belav bike..

 

Xelat