Stafa Xelatê û Stran Ebdulla wêjeya Kurmancan şirovekirin

Stafa Xelatê û Stran Ebdulla wêjeya Kurmancan şirovekirin

Roja yekşemê 11/5/2025 stafa Xelata Kurmancan ku pêkhatibû li sernûser Hozan Efrînî û cîgirê sernûser Dawûd Çîçek serdana nûsîngeha endamê serkirdeyetiya YNKê rêzdar Stran Ebdulla kirin.

Ji aliyê xwe ve rojnamevan û nivîskarê dêrîn Stran Ebdulla bi germî pêşwaziya stafa Xelatê kir, di wê dîdarê de herdu aliyan li ser rewşa wêje û çanda kurmancî gotûbêj kirin û tekez li ser dirêjpêdana xebata vejandina çand û wêjeya kurmancî hat kirin.

Herr weha Stran Ebdulla xebata govara Xelatê a elektronî bi giring wesif kir û amaje bi wê yekê jî kir ku dibê Xelat bibe reng û dengê hemû kurmancan li her cihekî cîhanê û giringî bi berhemên nivîskar û helbest û hunermendên kurmanc bê dayîn ji bo xizmeta netewa kurd û Kurdistanê.

Xelat