Serokomarê Êraqê yasaya bi parêzgehbûna Helebçeyê pesend kir

Serokomarê Êraqê yasaya bi parêzgehbûna Helebçeyê pesend kir

Serokomarê Êraqê yasaya bi parêzgehbûna Helebçeyê îmze kir û dê bi fermî di rojnameya Êraqî  de were weşandin û cîbicî kirin.

Piştî îmzeya Serokomarê Êraqê (Dr. Letîf Reşîd) bajarê Helebçe wê bi fermi bibe parêzgeha 19emîn a Êraqê û çaremîn parêzgeha Herêma Kurdistanê.

Serokomarê Êraqê Dr. Letîf Reşîd di demjimêr 11:35an de, dema ku êrîşa kîmyayî ya li ser bajarê Helebçeyê destpê kir, fermana yasayî a nasîna Helebçeyê wek parêzgeh îmze kir.

Ew ferman radestî berpirsê mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Bexdayê Nizar Amêdî û Nuxşe Nasîh parêzgara bi wekalet a Helebçeyê hat kirin.

Xelat