Pîrozbahî bi boneya (35)’saliya Kurdistanî Nwê
Pîrozbahî bi boneya (35)’saliya damezrandina rojnameya (Kurdistanî Nwê)
Pîroz bahiyeke gerim arasteyî rêvebir û nivîskar û xwendevanên rojnameya (Kurdistanî Niwê) dikim bi boneya (35)’mîn salvegera derçûna wê bi zimanê kurdî, ku di (12.1.1992)’de, dest bi weşana xwe ya rojane kiriye û bi bê rawestan berdewam kiriye, û karîbû di seranserê van salan de bibe dengê miletê kurd û parêzerê doza wî ya rewa..
Di (20.4.2007)’de, çaxê ku ez hatim bajarê Silêmaniyê weke nûnerê partiya xwe (Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya), wê çaxê cara yekem bû ku çavê min bi vê rojameyê ket, û min hewil da bi berdewamî hijmarên wê bi dest xwe bixim ta roja îro, û ji ber zimanê wê yê xweş û şêrîn min bi riya wê xwe fêrî zaravê soranî jî kir, û vê paşiyê jî min karî bû bi şanazî bibim yek ji nivîskarê wê jî, lewma ez xwe yek ji malbata nivîskarên vê rojnameyê dibînim, û hêviya pêşveçûn û serkeftinê ji xebata wê re di xwazim.
Eger em bi wirdî temaşeyî hijmarên vê rojnameyê bikin emê bibînin ku gelek nivîskarên bi navûdeng têde beşdarbûne, û babetên gelek giring û buha li ser rûpelên wê nivîsîne û belav kirine, û birastî Kurdistanî Niwê wek yekem rojnameya kurdî ya rojane karîbû bibe jêderekî ciyê baweriya xwendevanên xwe, û bi rastgoyî nûçe û zaniyariyên dirust û hemereng bi berdewamî gihandiye nav destên wan, çi yên navxweyî û çi jî yên navçeyî û cîhanî û kurdistanî, her wiha vê rojnameyê karîbû bibe dengê miletê kurd li rojavayî Kurdistan di seranserî salên qeyrana sûriya de.
Ciyê şanaziya mine ku min jî karîbû di goşeyeke heftane de beşdarî nivîsandinê bibim di rojnameya (Kurdistanî Nwê)’de, di bin nav nîşana (Mam li Şam)’de, ku ew goşe zincîreyek gotar bû, ji (50) xelekî pêkhatibû, xelaka wê ya pêşî di (18.12.2022)‘de, hatibû belavkirin, û xeleka (50), ya dawî jî di (14.1.2024)’de hatibû belavkirin, li ser jiyana Mam Celal li Şam û bandora wê li ser pêwendiyên wî bi cîhana erebî re..
Di dawî de jî ez dixwazim bibijim ku bi tenê yek kêmasiya vê rojnameyê heye, ew jî ewe ku tenê bi zaravê soranî tête belav kirin ku xwendevanên zaravê kurmancî jê bêpar dimînin, hêvî dikin di salên pêşde ev valahî jî were dagirtin..
Di vê boneya pîroz de, careke din ez rêvebir û hemî nivîskar û xwendevanên vê rojnameyê pîroz dikim û hêviya berdewamî û serkeftinê ji wan re di xwazim.
Silêmaniyê 13.1.2026
Elî Şemdîn
Endamê Mekteba Siyasî
Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya
Xelat
