Pinar Aydinlar kilîpa xwe ya Kurdî pêşkêşî Ehmed Kaya dike

Pinar Aydinlar kilîpa xwe ya Kurdî pêşkêşî Ehmed Kaya dike

Hunermenda bi eslê xwe kurd (Pinar Aydinlar) di sala 1979`an de li Stenbolê ji dayik bûye û bi eslê xwe ji navçeya Aşkale ya Erzromê ya Bakûrê Kurdistanê ye.

Aydinlar, di sala 1995 de, Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê di Konservatuara Dewletê ya Muzîka Tirkî de qezenç kir û bû endamê Temel Bilişimê. Pinar gelek albûmên Tirkî tomar kirine lê ev kilîpa xwe bi Kurdî weşandiye.

Pinar Aydinlar ev nivîs ji bo vê kilîpa xwe li ser tora xwe ya civakî facebokê weşandiye û weha gotiye:

BULTENA ÇAPEMENIYÊ

Ji Pinar Aydinlar silavek watedar ji bo Apê Mûsa û Ehmed Kaya: “Gul Sînemê”

Pinar Aydinlar a bi feraseta hunera civakparêz tê nasîn, klîba xwe ya bi zimanê Kurdî ya yekemîn digihîne muzîkhezan. Strana “Gul Sînemê” ya ku gotin û awaza wê ji aliyê hunermend Xanemîr ve hatiye amadekirin, sekanekî li hember êrîş, astengî û qedexeyên li hember Ziman û Çanda Kurdî ye, di heman demê de silavek ji bo Apê Mûsa (Musa Anter) û Ahmet Kaya ye. Di dema xwendekariya Apê Mûsa de, ku li xewxaneyê ji ber ku bi fîkandinê awazek Kurdî fîkiyaye hatiye cezakirin û Ahmet Kayayê ji ber ku bi Kurdî stranan straye neçarî jiyana penaberiyê bûye, ev bûyer di meşa hunerî ya Pinar Aydinlar de bandorek mezin, şopên kûr dihêle. Hunermend, dide diyarkirin ku ji van herdû bûyeran bibandor bûye, ji ber vê yekê biryar daye ku stranek Kurdî bistrê û klîba xwe bikêşîne.

“Gul Sînemê”: Dilsoziyek ji bo Zimanên Tune Têne Hesibandin e.

“Gul Sînemê” ya bi awaz û naveroka xwe wateyên cudareng bi guhdaran dide jiyandin, ji bo ziman û çandên cuda yên ku tune têne hesibandin sekanek rêzgirtinê ye. Pinar Aydinlar, di albûmên xwe yên berê de bi zimanê Kurdî û Ermenkî stranan straye, her wiha pêwendiya xwe ya bi pirçandîtiya rasteqîniya Anatolyayê re diyar kiriye. Hunermend Pinar Aydinlar vê kevneşopiyê bi “Gul Sînemê” berdewam kiriye, dilsoziya xwe ya bi zimanên qedîm ên Anatolyayê re bi awayekî hêzdar aniye ziman.

Pinar Aydinlar demên berê di albuma “Gidenlerimiz” de “Wek Çîyayê Ararat” û “Gulo”, di albuma “Serjin” de wek “Xerîbê” stranên bi zimanê Kurdî û Ermenkî straye, bi albuma “Gul Sînemê” vê sekana xwe gavekî din jî bi pêş ve biriye.

Di Rêveberiya Hunerê de Navên Navdar

Rêveberiya hunerî ya klîba “Gul Sînemê” Kutsal Evcimen, aranjoriya wê jî Sinan Güngör daye ser xwe, di rûnişteka rêveberiyê ya klîbê de Azad Karahan rûdinê. Bi deng û şîroveya hêzdar ê Pinar Aydinlar ev berhema watedar a hatiye hilberandin, bi honandina hunerî û peyamên wê, armanc dike ku bandorek mezin li guhdaran bike.

Di 22 Mijdarê de di Hemû Platformên Dîjîtal de

Berhema nuh a Pinra Aydinlar “Gul Sînemê” ku ji aliyê Pinar Aydinlar ve ji bo mîrateya çandî û bihîzyariya civakî hatiye nezirkirin, di mêjûya 22 yê mijdara 2024’a da, di hemû platformên dîjîtal de ew ê bigihîje hemû guhdaran.

Digel rêz û silavên min

 XELAT/ Malpera Aydinlar