Payvanê Gulan
Helbest: Mihemed Hemkoçer
Şev û rojan ez her ez im
Payvanê gulên baxan im
Natebitim tim bi lez im
Aşiqê yek zer ji wan im
Aşiqê wan çavêd reş im
Sergerdanekî bêheş im
Ku wê dibînim dilgeş im
Ku nabînim malwêran im
Malê dunyayê min berda
Evînek min di xwe werda
Temen bo wê min bi derda
Bûm sewdayê binîşan im
Sewdê ez birim bi lêde
Fena Mecnûn bi çolê de
Belav bû di nav êlê de
Nexweşekî bêderman im
Nexweş im dermanek nîn e
Birîna min bikewîne
Ji bilî yar min bibîne
Ez nema tiştekî zanim
Zanim bi çi derdî ketim
Ji xwe li ber xwe neketim
Ji sewda xwe daneketim
Tevî wê jî ne poşman im
Tevî wê ez pê de derim
Roj bi rojê dadigerim
Dîsa ji ya xwe nagerim
Heta ku ez bi xwe kanim
Heta ku ez rabim ser xwe
Dilê xwe jî bidim ber xwe
Hembêz bike yarê bi xwe
Her tim çûkê ser hejan im
Her timî ez wek bilbil im
Dinalînim dil bi kul im
Nav gulîzaran bêgul im
Aşiqê yek zer ji wan im
Aşiq im û dil verest im
Dixwînim û hew diwestim
Ji bêhna gulzerê mest im
Her tim mînî serxoşan im
Sergeşte û sersem im ez
Evdalekî pir xem im ez
Sawîr dikim ku Mem im ez
Li benda Zîna Botan im
Li bendê ez mam û dimam
Behlûlê Dîwane û tam
Wek navgoştê kukum û xam
Bi lîsk û losan nizanim
Ev ne lîsk e, ev evîn e
Bêzagûn û bingehîn e
Lew herkesê tê de dîn e
Êdî, ez yek î ji wan im
Ji wan fêr bûm, min dest birî
Wek Feqî ji Mellê birî
Hindik ji pirrî min birî
Bêtirî vê ez nizanim
Nizanim çawa têwer bûm
Ji nav êla xwe sêser bûm
Bi evîna wê xweser bûm
Û hêj li wê ez dibanim
Dibanim ez li wê rindê
Wek şev li benda elendê
Suhtim mîna mûm û findê
Lew re payvanê gulan im
Lew re sitêrkan dipême
Hişyar im ez tim li pê me
Ji mêj de li wê tapê me
Li bendê ez ne osan im
Osan nebûm ji evînê
Ji dîtina lêvşêrînê
Ji reng û bêhna nisrînê
Dixwînim wek bilbilan im
Bilbilê deng tim li saz im
Her sibehan bi niyaz im
Gul vebin ez qet ranazim
Ta bi şev jî li ber wan im
Wan çi kirî çi nekirî
Hingan hinguv jê çêkirî
Min bi xwe jê kerem kirî
Ez hinguvê xweş dizanim.
Xelat
