Nameya Sersaxiyê ya Yûsif Zozanî bo koça dawî ya Salih Muslim

Nameya Sersaxiyê ya Yûsif Zozanî bo koça dawî ya Salih Muslim

Xebatkar û têkoşerê dêrîn yê Kurdistanî Yûsif Zozanî nameyeke sersaxiyê ya ji bo koça dawî ya Salih Muslim ji malbat û kesûkarên wî re dişîne û eve jî naveroka nameyê ye:

Silavên Germ

Bi xemgînî û xemeke kûr, me nûçeya windakirina mezin a koça dawiya heval û milîtanê wêrek, Birayê me Salih Muslim bihîst, yê ku bi fedakariyeke bê dawî û dilsoziyeke mezin ji bo doza gelê xwe yê Kurdistanê li tevahiya parçeyên Kurdistanê têkoşiya ye.

Loma her çend me ew bi fîzîkî winda kiribe jî, giyan û bîranîna wî dê di wijdan û bîranîna gelê me de nemir bimîne, mîna çiya, gelî û deştên Kurdistanê.

Em sersaxiyê ji xwe re dixwazin berî ku em ji we û hevalan re bixwazin, ji ber ku milîtan û têkoşer ne milkê malbatekê an partiyekê ne, belkû milkê gelê xwe ne.

Silav û Sersaxiyê ji malbata rehmetî, ji we re û ji hemî hevalên riya wî re dixwazim. Bila ev xemgîniya me ya dawîn be, û bila rehmetiyê me yê ezîz di aramiya herheyî de razê.

Yûsif Zozanî

Xelat