101 sal biser Peymana Lozanê re derbas dibe

Îro di ser Peymana Lozanê ya ku di 24ê Tîrmeha 1923 de hat îmzekirin 101 sal derbas dibin.
Di rojeke wek îro de welatên zilhêz yên cîhanê bi serokatiya Fransa û Birîtanyayê, Peymana Lozanê îmza kirin û Kurdistana ku di bin destê împeratoriya Osmanî de bû parçe kirin û nûnerên (Birîtanya, Fransa, Tirkiyê, Îtalya, Japon, Yunanistan, Romanya, Bulgariya, Portegal, Belcîka û Yuguslaviya) di rêûresma îmzakirina peymanê de li welatê Swîsrayê amadebûn.
Peymana Lozanê, destpêka pêvajoyeke ku rê li ber sedsaleke red, înkar û qetlîamên gelê Kurd vekir.
Di vê derbarê de jî nivîskarê navdarê Kurd (Konê Reş) bangekê ji Neteweyên Yekbûyî û Yunisko û welatên cîhanê dike û weha dibêje:
" Di 101 Saliya Lozanê de bangek ji United National, Unesco û dewletên cîhanî yên azad û mirovhez re: Ezbenî! Eger kar û barên we mafê mirovan û parastina gelan û ziman û pêmayê miletên dinyayê be.. Gelo! Ji bo parastina Kurdistanê, ku ta niha bê nav û sînor, di nexşeya Rojhilata Navîn de maye, we çi kiriye?! Û sed mixabin ku ji 101 salî ve jî, ji morkirina peymana Lozanê ve, zimanê xelkên wê toşî dizî û talana gelên ciran dibe û çavên me dihatina hawara we de qerimîn..?! De bes e ji we re loo!."
XELAT