Merwan Berekat "Dengvedana Êşan" îmza kir

Merwan Berekat "Dengvedana Êşan" îmza kir

Bi merasîmeke hêja li bajarê Qamişlo nivîskarê kurd Merwan Berekat pirtûka xwe ya bi navûnîşana  "Dengvedana Êşan" îmza kir.

Roja Pêncşemê 18ê Kanûna Pêşîn 2025an, li bajarê Qamişlo merasîma îmzekirina pirtûka "Dengvedana Êşan" a nivîskar û romannivîs Merwan Berekat birêveçû, gelek rewşenbîr û kesên ku bi karûbarên çandî û wêjeyî re eleqedar dibin beşdarî çalakiyê bûn.

Merasîm ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê ve bi hevkariya Weşanxaneya Şîler hate organîzekirin.

Di çalakiyê de, Merwan Berekat li ser êşa gelên Efrîn û birînên kûr ên mirovî yên ku ji ber bûyeran çêbûne axivî. Wî rave kir ku pirtûk di sala 2021an de di lûtkeya wê serdemê de hatiye nivîsandin û di sala 2025an de hatiye çapkirin. Ev berhem çapa panzdehemîn a di kariyera nivîskar û romannivîs Merwan Berekat de ye.

Xelat