Li Şengalê goreke din a komî tê vekirin

Li Şengalê goreke din a komî tê vekirin

Li gundê Sîba Şêx Xidirê ya navçeya Gir Uzêra Şengalê, tîmeke kolandina gorên bikom a Êraqê dest bi kolandin û vekirina goreke din a bikomî kiriye

Di dema vekirina gora komî de malbatên qurbaniyan li cihê ku kolandin bê kirin li bendê ne da ku rûfatên kesûkarên xwe bibînin.

Li gorî agahiyên tîmên kolandina gorên komî li gundê Sîba Şêx Xidirê 4 gorên bi komî hene û piraniya kesên di gorê de hatine binaxkirin ji şêniyên wî gundi ne ku di dema êrişên DAIŞê ya sala 2014`an de li ber xwe dane û şer kirine.

Berpirsyarê Tîma kolandina Gorên Komî ya Şengalê ragihand ku ji sala 2019'an û vir ve ji 90 gorên komî 74 gor hatin vekirin.

 Xelat