Li Rojavayê Kurdistanê `Deftera Malbatî` bi kurdî derket
Piştî bendewariyeke dirêj ku hesreta kurdan bû ku lênûsa wan jî bi zimanê wan hebe, yekem care li Rojavayê Kurdistanê Deftera Malbatî bi navê (Peymana Jiyana Hevbeş) bi kurdî derket.
Beşa qanûnsaz ya şaredariya gel a bajarê Hesekê ragihand ku wan dest bi belavkirina lênûsên Jiyana Hevbeş (Deftera Malbatî )kirine.
Şaredariyê diyar kir ku lênûs li gorî pîvanên Hevpeymanan Civakî ya Rêveberiya Xweser a herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê hate belavkirin.
Di lênûsê jiyanan hevbeş di navbera jin û mêr li gorî, dad û wekheviya li herêmê, tê zelakirin.
Her wiha, dê ev lênûs li gorî belgiyên pêwîst li welatiyan bê belav kirin.
Xelat
