Li herêma Kurdistanê 113 çalakiyên sivîl hatin lidarxistin
Tora Hevpeymaniya 19e, roja Sêşem 3ê Sibata 2026an, amarên çalakiyên xwe yên di meha Kanûna duyemîn a îsal de eşkere kir û ragihand ku di heyva Kanûna duyem 2026an de li bajarên Herêma Kurdistanê 113 çalakiyên sivîl yên aştiyane hatin lidarxistin ku 98 ji wan ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bûn û piştrast kir ku tu tundûtûjî nehatiye kirin û ala Kurdistanê sîmayê xwepêşandanan bû.
Tora Hevpeymaniya 19e, ku ji aliyê Navenda Metro ve tê çavdêrîkirin, ragihand ku di Kanûna duyem 2026an de, wan 113 çalakiyên sivîl yên aştiyane li bajarên Herêma Kurdistanê şopandine, ku %86ê wan ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bûn. Ji wan çalakiyên sivîl 77 mîtîng, 17 meş, 16 kongreyên rojnamevaniyê ne, du girtina kolanan û grevek di nav xwe de digirt.
Derbarê cûreyên daxwazan de, amaje bi wê yekê kir ku,98 xwepêşandan ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bûn, ku ji sedî 86ê çalakiyan pêk tînin, yên din jî ji bo xizmetguzarî, mûçe, mafên kesên kêmendam û daxwazên cûrbecûr bûn.
Tora Hevpeymaniya 19 diyar kir ku xwepêşandanên aştiyane yên bi sed hezaran welatiyên Kurdistanê beşdar bûn , got ku ala Kurdistanê cihê xwepêşandanan xemilandiye û hêzên ewlehiyê parastina çalakiyan kirin.
Tora Hevpeymaniya 19 ji aliyê komek rêxistin û parêzvanên mafên mirovan ve hatiye damezrandin, ku ji aliyê Navenda Metro ve tê çavdêrîkirin.



Xelat/ PUKmedia
