Li Amedê… ALO 153 dest bi xizmeta Kurdî kir

Di çarçoveya xizmetên şaredariyê yên pirzimanî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, Navenda Bangê ya ALO 153 dest bi xizmeta Kurdî kir.
Seroka Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş diyar kir ku wan ev xizmet ji bo ku hemwelatî bikaribin bi zimanê xwe yê dayikê rehettir xwe îfade bikin pêk anîne.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya têgeha şaredariya civakî de, xebatên xwe yên li ser Navenda Bangê ya ALO 153, ku ji bo nirxandina daxwaz, pêşnîyar û gilîyên hemwelatiyan hatiye avakirin, didomîne. Bi rêya Navenda Bangê, her roj bi hezaran hemwelatî bêyî ku biçin avahiya xizmetê ya şaredariyê, şansê ragihandina daxwazên xwe dibînin. Navenda Bangê ya ku heta niha bi Tirkî xizmet dida, êdî dê daxwazan bi Kurdî jî werbigire.
Xelat/Malpera şaredariya Amedê