Komcivîneke Civakî Hat Lidarxistin

Komcivîneke Civakî Hat Lidarxistin

Îro li bajarê Silêmaniyê di hotêla Dawa`yê de, komcivîneke bi navê "Komcivîna Civaka Kurd" ji aliyê parêzera jin a kurd Mardîn Celal ve hate lidarxistin.

Di wê komcivînê de, gotara Mardîn Celal û çendîn kesayetiyên din ên civakî û oldarî û êlî derbarê aştî û aramî û pêkvejiyana civakî hatin pêşkêş kirin.

Di wê barê de, endamê komîteya amadekar a komcivîna civakî (Zerdeşt Celal) ji Xelatê re ragihand; Ev komcivîn ji bo pêşxistina peywendiyên navxweyî ya civaka kurdî û bihêzkirina giyana biratî û pêkvejiyanê di nava civaka kurdî li Kurdistanê ye.

Xelat