Keça Pêşmergeyekî bû wezîra herî ciwan a Almanyayê

Keça Pêşmergeyekî bû wezîra herî ciwan a Almanyayê

Li Almanya keça pêşmergeyekî dibe wezîra herî ciwan ya kabîneya hikûmeta nû yaw î welatî.

Penabera keç a Xiristiyan a Êraqî bi navê Rîm El-E`blî Radovan bûye wezîra herî gênc û li gorî daxuyaniya wê ya ji bo medyayê, "Bavê wê Pêşmerge bûye û di dema rejîma berê de li dijî dîktatoriyê şer kiriye."

Rîm li Bexdayê ji malbateke çepgir ji dayik bûye û bapîrê wê, Mihemed Salih El-E`blî, di sala 1945an de bûye endamê Partiya Komunîst a Êraqê û xwediyê pirtûkxaneyekê li Kolana Reşîd bû, ku wê demê bû navendeke ramanên pêşverû.

Bapîrê Rîm, di sala 1961an de bû endamê mekteba Siyasî ya Partiya Komunîst, lê piştî darbeya Baas di Sibata 1963an de, ew li dijî wan derket û bi çekan rûbirûyî wan bû. Di Tîrmeha heman salê de, ew hat girtin û bêyî darizandin hat îdamkirin.

Bavê Rîm, Selam El-E`bli jî, di destpêka salên 1980an de tevlî refên Pêşmergeyên Partiya Komunîst bibû û têkoşîna xwe li Kurdistanê domand. Piştî proseya Enfalê, ew berê xwe dide Moskowayê.

Rîm endama Partiya Sosyal Demokrat a Alman a 35 salî ye. Li gorî Deutsche Welle, Rîm dê bibe wezîra herî ciwan ku posta wezîra geşepêdanê werdigre.

Rîm Radovan di sala 1990î de li Moskowê ji dayik bûye û şeş sal şûnda bi dê û bavê xwe re koçî Almanya kirine. Wê li Berlînê zanistên siyasî xwendiye û bi zimanê Suryanî, Erebî û Almanî diaxive.sala 2021`an Rîm bûye endama partiya Sosyal Demokrat û endama parlemana Almanya û di heman sale de bûye komîsera karûbarê koç û penaberan di hikûmeta Almanya de.

Ji bilî siyaset û çalakvaniya civaka sivîl, Rîm bokser bûye û mêrê wê, Dennis Radovan jî boksorekî profesyonel e.

 

XELAT