Ji Hunermendên Herçar Parçeyên Kurdistanê Semfoniya `WELAT`
Hunermendên Kurd ji herçar parçeyên Kurdistanê semfoniyek nû amade dikin bi nave WELAT ku ji Mûzîka hunermend Diyar Dersimî ye. Her weha hunermend Diyar Dersim li ser tora xwe ya civakî YOUTUBê weşandiye…
Solo:
Nasir Rezazî
Diyar Dersim
Hozan Cumert
Şehrîbana Kurdi
Dengbêj Kazo
Deniz Deman
Narîn Feqe
Kijan Xeyat
Elind
WELAT
Dema kû min tu nas kir, Welatê kambax û bê kes
Hîş û aqil xelas kir, Derd û keserê min bes
Dengê te bahoz rakir, Welatê bêhn û nefes
Gelê min tu hembez kir, Derd û keserê min bes
Ax û avên piroz in, Gul di nav da dirazin
Erdêxan û Efrin nêzin, Delala min Kurdistan
Çiyayê te serfirazin, Gul li der dor dilêzin
Wan û Mahabad nêzin, Welatê min Kurdistan
Çerx û semah digerînin, Welatê esq û hewes
Yekitîyê pêk bînin, Derd û keserê min bes
L´her çar alîyan rabin, Bese zindan û qefes
Bibêjin em azadin, Derd û kesêrê min bes
Ax û avên piroz in, Gul di nav da dirazin
Amed û Hewlêr nêzin, Delala min Kurdistan
Çiyayê te serfirazin, Gul li der dor dilêzin
Dersim û Sine nêzin, Welatê min Kurdistan
XELAT
