Ji bo bîranîna mirovekî ku binê her kevirekî Kurdistanê bi çepera berxwedanê dizanî
London, rumeta 41emîn salvegera şehîd Necmedîn Biyûkkaya "Neco" hembêz dike...
Ji bo bîranîna mirovê ku sînorên çêkirî wekî xetên xeyalî dihesiband.
Roja Yekşemê 09-02-2025, demjimêr 3 heta 6 êvarê, li Londonê, rêxistinên:
- Komela Kurdî li Weyllz (KAWA), Rêxistina (Kiya) li London û hevalên Şehîd Neco, bi hemahengî li gel yaneya Kurdî "Mîdya" li Holenda, bi beşdarbûn û amadebûna Rêvebirê yaneya Kurdî birêz Serdar Fetah Emîn, bîranîneke rêzgitrtinê tê organîze kirin.
Rêzgirtin bi boneya 41’emîn salvegera şehîd Neco, ku di sala 1984’an de li zîndana Amedê jiyana xwe yê pak bi axa pîroz ya Kurdistanê feda kir.
Ev çalakiya hevpar dê bi vî awayî be:
- Pêşkêşkirina gotaran,
- Pêşangeha wêneyan ji qonaxên jînenîgariya şehîd Naco
- Muzîk, stran û sirûda netewî bi beşdariya van hunermend (Zana Tar, Zanyar Hisamî û Bland Mehdî).
- Helbestekî Şêrko Bêkes bi zaravayê kurmanciya bakur ji aliyê Selîm Temo ve dê bê xwendin. Helbest bi sernavê “Di Sibeha êvareka Stembolê de” ku taybete jibo Şehîd Neco hatiye nivîsandin.
- Helo Şêrko Bêkes helbesta “Çil mûm di 40emîn salvegera şehîd Naco” dê bixwîne.
- Sirûdek taybet ji bo Neco têpêşkêş kirin ku ji aliyê Qadir Bûyûkkaya hatiye amadekirin û muzîka wê ji aliyê Arun Bûyûkkaya hatiye amadekirin bi amêra basumê û gotin ji aliyê Qadir û Dr. Nemrûd Bûyûkkaya ve ye.
- Nasandina pirtûka Şahidên Şehîd Neco “Necmedîn Büyükkaya” Diaxivin, ku ji nivîsîna Kadir Bûyûkkaya ye, bi amadebûna xanim Aliya, keça biçûk a şehîd Neco beşek ji endamên malbata şehîd û çend hevalên Şehîd Neco.
Nivîskar Kadir Bûyûkkaya 5 sal li ser vê pirtûkê xebitiye. Çapa yekem li Stockholmê ji aliyê Weşanxaneya Apek ve hatiye çapkirin.
Ev pirtûk ji we re vedibêje ku Şehîd Naco ku di nav hevalên xwe de bi navê Selah dihat naskirin kî bû?. Ji bo doza rewa ya gelê Kurd çi kiriye? Wî hizr û ramana xwe yê bilind ji bo çi armancê danî ku bawerî pê hebû? Bi vê armancê di zîndanê de çi êş, zulm û îşkence kişand? Taybetmendiyên wî yên sereke çi bûn ku ew ji gelek kesayetên din ên siyasî cuda dikir?
Kadir Bûyûkkaya di sala 1958an de li bajarê Siwêrekê yê Bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê. Xwedanê çendîn pitukên çapkiriî yên din ne di derbarê wêje, çand û folklore kurdî bi zimanê tirkî . Beriya ev pirtûka şehîd Neco , pirtûkek din bi navnîşana (ev aliyê Silêmanî û ew aliyê dine Helebçe) çap û belav kiriye.
Bi hêviya dîtina we
Dem: 3 heta 6 êvarê
Navnîşan:
Brent Civic Centre
The Drum
Engineers Way, Wembley Park, Wembley HA9 0FJ
Venue Location: 3rd Floor, please take Red lift from Ground Floor.
Nearest Station : Wembley Park & Wembley Stadium Station
Busses: 92, 182, 83,18
Têbînî:
Ji kerema xwe hewl bidin ku berî demjimêr 3 amadebin da ku em di wextê xwe de dest bi bernameya xwe bikin.
Di roja semînerê de de pirtûkên şahidhalên Şehîd Neco (Necmedîn Bûyûkkaya) diaxivin û pirtûka (Ev aliyê min Silêmanî û aliyê din jî Helebçe) dê bên amadekirin.

XELAT
