Ji 19ê Adarê ve navê wê dibe `Firokexaneya Navdewletî ya Celal Talebanî`

Ji 19ê Adarê ve navê wê dibe `Firokexaneya Navdewletî ya Celal Talebanî`

Serokê Saziya Serok Celal Talebanî Balyoz Dr. Mihemed Sabir ragihand, ji 19ê Adarê pê ve navê Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê dê bibe (firokexaneya Navdewletî ya Celal Talabanî).

 Dr. Mihemed Sabir amaje bi wê yekê jî kiriye ku guherîna navê Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê li ser daxwaz û pêşniyara Saziya Serok Celal Talebanî bûye û dê bibe (Firokexaneya Navdewletî ya Celal Talabanî).

Di heman demê de, Saziya Serok Celal Talebanî daxuyaniyek weşand û got ku guherîna navê Firokexaneyê destkefte û berhema xebata domdar a damezraweyî û pîşeyî ye.  

Dr. Mihemed Sabir anî ziman ku; Binavkirina firokexaneyê bi navê Serok Mam Celal Talebanî destkeftiyek neteweyî û rêzgirtinek sembolîk e ji bo pozîsyona Mam Celal wekî yek ji diyartirîn rêberên dîrokî ya Kurd û Kurdistanê.

 

Xelat