Hunermendê Serêkaniyê serdana mezarê Mam Celal kir
Piştî 11 salan ji dûrbûna ji welat, hunermend Hesen Sîdo, xelkê bajarê Serêkaniyê ji Almanya hat di serdaneke de ku demek dirêj li bendê bû, ji bo dîtina dayik û kesûkarên xwe yên ku li Silêmaniyê dijîn û bi vê derfetê jî serdana mezarê rewanşad Mam Celal Talebanî jî kir.
Serdana hunermend Hesen Sîdo ji serdaneke malbatî bêtir serdaneka ji bo Kurdistanê bû ku wî xeyal dikir rojekê bibîne.
Di nav çiyayên Kurdistanê û dîmenên wê yên xweşik de, Hesen Sîdo gelek caran disekinî da ku li bedewiya xwezayê û pêşxistina projeyên nû yên avakirinê bifikire.Ew bi bazarên zindî, xweberiya mirovan, sadehiya sohbeta wan, pêşwaziya wan a comerd û cilên wan ên folklorîk ên ku kûrahiya mîrata Kurdî nîşan didin bandor bû.
Bala wî her wiha kişand ser peykerên ku helbestvanan nemir dikirinû baxçeyên mezin ên ku bi huner û hewaya teze tijî dibin.
Serdana hunermend Hesen Sîdo ne tenê ji bo hembêzkirina malbata xwe piştî salên nebûna wî bû Ew her wiha hevdîtinek samîmî bû bi welatê xwe Kurdistanê û Silêmaniyê re, ku dişibihe bajarê wî, Serêkaniyê, û taybetmendiyên wê yên ku qet ji bîra wî derneketine.
Di nîşaneke dilsoziyê de ku rêzgirtineke kûr nîşan dide, hunermend Hesen bi rêzdarî li ber gora rewanşad nemir Mam Celal Telebanî rawestiya. Ew kêliyek bêdengiyê bû ku behsa evîn û teqdîrê ji bo mirovekî ku navê wî di bîra neteweyê de hatiye kolandin (neqişkirin), huner bi dilsoziyê re tevlîhev bû, û serdan bû peyamek ebedî ya teqdîrkirinê..
Wênesaz Hesen Sîdo di sala 1970`an de li bajarê Serêkaniyê hatiye dinê ji biçûkaniya xwe ve hez ji wênesaziyê kiriye,di sala 1988`an de bi awayekî aktîv dest bi xêzkirna wêneyan kiriye û heta niha jî xêz dike. Her weha li ser daran bi agir û bi şewitandinê dinexşîne… Hesen Sîdo bi awayekî xweşik nivîsîna xêzên tîpên aramî dinivîsîne.
Hunermend Hesen Sîdo ji sala 2004`an ve û heta 2015`an mamosteyê dibistana seretayî bûye li bajarê Serêkaniyê û hobiya wî ya hunera wênekêşiyê berdewame.
Di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Xelatê, Hesen Sîdo ragihand ku, niha çendîn tabloyên wî di pirtûkxaneyeke li welatê Almanyayê de daliqandine û tên pêşandan. Hesen Sîdo ew yek jî anî ziman ku, gelek tabloyên wî bi dagirkirina bajarê Serêkaniyê re li şûn wî man ku neçarî koçberiyê bûn. Ew tabloyên ku li şûn wî mabûn hemû behsa jiyan û kelepor û çanda Serêkaniyê dikirin.
Hesen Sîdo hêvî dike ku derfetên din bibîne ku jêhatiya xwe belav bike li vî welatî.
Hunermend Hesenî Sîdo belgefilmek bi navûnîşana (DIBISTAN) bi bê şîrove li ser dibistanên bi zimanê kurdî û xwendekarên seretayî û rewşa jiyanê ya bi zehmet di serdema şer de li Rojavayê Kurdistanê belav kiriye.





XELAT
