Hunermendê Kurdistanî Bavê Teyar çû nav rêzên pakrewanan

Hunermendê Kurdistanî yê mezin ê Rojavayê Kurdistanê (Bavê Teyar) di encama bombebarana balafirên Tirkiyê de li bendava Tişrînê ya li başûrê Kobanê jiyana xwe jidest da û çû nav rêza pakrewanan.
Bavê Teyar, ekterekî komêdî yê bi nav û deng bû liser astê her çar parçeyên Kurdistanê di demekî de ku hunera Kurdî ewqas pêş nektibû, Bavê Teyar çendîn filmên şanoyî çêkirin û kasêtên şanoyên Bavê Teyar di nava Kurdistaniyan de li cîhanê belav bûn.
Şanoyên (Bavê Teyar )demeke dirêje û di demên pir zehmet û de ken dixist ser lêvên zarok û mêr û jin û kal û pîrên her çar parçeyên Kurdistanê û kurdên cîhanê daku beşek ji êşa, azar û birînên gelê xwe bikewîne, lê îro hemû gelê kurd bi pakrewanbûna Bavê Teyar xemgîn bûn û girîyan û bi dilekî xemgîn ew oxir kirin.
Bavê Teyar, bi navê xwe yê rast (Cuma Xelîl Îbrahîm) ji dayîkbûyê 1961 ya bajarê Qamişlo ye û gelek zehmetî di jiyana xwe de dîtiye û kesekî hezkirê huner û kurdîtiyê bûye û canê xwe ji bo wê armancê bext kir.
Bavê Teyar roja 19/1/2025 çû nava rêzên pakrewanan ...
XELAT