Hunermend Merva Efrîn kilîpek nû derxist

Hunermend (Merva Heyder) ku bi nave xwe yê hunerî bi (Merve Efrîn) tê naskirin kilîpek nû bi navê (Delalê) ku stranek gelêrî ye derxist.

Merva Efrîn di sala 2011`an li bajarê Helebê ji dayîk bûye ku bi xwe xelkê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Her weha piştî dagirkirina herêma Efrînê Merva li gel malbata xwe wekî bi hezaran xelkê herêmê rêya koçberiyê dan ber xwe û di sala 2018`an koçberî Kobanê dibin niha jî li bajarê Reqa ya herêmên bakûr û Rojavayê Sûriyeyê digel malbata xwe dijî.

Merva di temenê 7 saliyê de dest bi mûzîk û stran gotinê kiriye û heya niha jî du berhemên wê yên stranan heye. her weha berhema xwe ya duyemîn jî strana (Delalê) yê.

 

XELAT