Hunergeha Welat bi berhemeke nû vedigere

Hunergeha Welat bi berhemeke nû vedigere

Hunergeha Welat, navendeke girîng a muzîk û hunerê ye li Rojavayê Kurdistanê ye, ku di sala 2014 ve dest bi karê hunerî kiriye.

Navendê nêzîkî 280 stran tomar kirine û 50 klîbên muzîkê çêkiriye. Rêveberê giştî yê navendê Mehmûd Berazî ye, ku di sala 1983an de li Serêkaniyê ji dayik bûye û bi eslê xwe ji bajarê Kobaniyê ye, di sala 1994`an dest bi karê mûzîkê kiriye.

Ji bilî stranbêjiyê, Barazî ji bo çend fîlmên Kurdî jî mûzîk çêkiriye, di nav wan de Kobanî, Ezmûn û 14 Tîrmehê.

Hunergeha Welat li ser rûpela xwe ragihandiye ku; berhema wan a herî dawî ya bi navê (Evîna Derwêş û Edûlê) dê di demek nêzîk de li ser YouTube-ê were weşandin.

Hunergeha Welat derbarê berhema xwe ya nû de weha nivîsiye: " Evîn û lehengî cêwîyên berxwedanê ne, berxwedana ku hebûnê misoger dike û dibe nîşana vejînê; çimkî berxwedan rêya herî bi nirx e bo azadî ,aştî û aramîyê."

Xelat