HORÎ- Şehîdên Rojavayê Kurdistanê di roja Şehîdan a YNK`ê de
Keça şehîdê serkirde yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê (Ezîz Çerkez) xanim Rojîn Ezîz Çerkez roja şemiyê 22/11/2025 bû mîvanê Bernama (HORÎ) ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.
Mijara vê xelekê ya Bernama Xelata Kurmanca ya di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de tê weşandin li ser Roja Şehîdan ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê bûye, bi mêvandariya rêzdar (Rojîn xan) keça şehîdê YNK`ê (Ezîz Çerkez) xelkê bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê ku niha li bajarê Silêmaniyê dijî.
Rojîn xan keça şehîd Ezîz Çerkez diyar kir ku, bavê wê di sala 1977`an de li gel du hevalên xwe yên dinê ku endamên Partiya Sosyalîst ya Kurd li Sûriyê bûn piştî ku agirê şoreşa nû bi serokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di bin serkirdayetiya Serok Mam Celal Talebanî pê dikeve biryarê didin ku tevlî rêzên YNK`ê bibin û berê xwe dan çiyayên başûrê Kurdistanê.
Rojîn xan eşkere jî kir ku, bavê xwe şehîd Ezîz li karesata Hekarî de li bakûrê Kurdistanê li gel hêjmarek serkirde û pêşmergeyên YNK`ê şehîd bûn.
Şehîd (Ezîz Çerkez) ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye û endamê Mekteba siyasî ya Partiya Sosyalîst a Kurd li Sûriyê bûn ku hevpeymanê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bûye û di dema pêketina şoreşa nû bi serokatiya (Mam Celal) şehîd Ezîz Çerkez tevî du hevalên xwe yên din Xalid Xelîl ji Efrînê û Hisên Ehmed ji Amûdê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê ji bo piştgîrtiya birayên xwe li başûrê Kurdistanê û şoreşa nû ya YNKê û di naverasta meha cotmehê 1977`an digel bidehan pêşmergeyên YNK`ê li karesata Hekarî şehîd bûn.
Rojîn xan got: Bavê min mamosta bû ji zaroktiya xwe ve kesekî şoreşger bû baweriya xwe bi xebata çekdarî dihat û digot: Maf nayê dan belkû tê bidesxistin.
Keça şehîd Ezîz Çerkez aşkira kir û got: Dema bavê min şehîd ket ez 5 salî bûm û keça bavê xwe ya mezin bûm, em 4 xwîşk bûn û diya min.
Behsa wê yekê jî kir ku, di sala 2006`an de ez li ser vexwandina rewanşad serok Mam Celal ez hatim Kurdistanê û ez li Silêmaniyê bi xerîbiyê nahesin û ez xwe bi keça YNK`ê dibînim.
Rojîn şehîd Ezîz Çerkez tekez kir û got: YNKê xwîna şehîdên xwe jibîr nake û şehîd namire û xwedî li şehîdên xwe derdikeve û em bi vê yekê şanaziyê dikin YNKê bav û biraye ji hemû malbatên şehîdan re.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

Xelat
