Yaneya Zaxo xelata baştirîn handerên salê yê cîhanê wergirt
Yekîtiya Futbolê ya Cîhanî (FIFA)yê xelata baştirîn hander a sala 2025`an da alîgirên yaneya Zaxoyê. Ev piştî wê yekê ye ku ahanderên Zaxoyê bala cîhanê kişandin.
FIFAyê di daxuyaniyekê de ragihand: Yaneya Zaxoyê Xelata handerên FIFAyê ya 2025an bidestxist.
Diyar jî kir ku: Handerên yaneya Zaxoyê dema ku bi hezaran bûk ji zarokên bi nexweşiya penceşêrê re bexş kirin, bala cîhanê kişandin.
FIFA helwesta handerên yaneya Zaxoyê wekî ruhekî mirovî bi nav dike û dibêje: Pêşkêşkirina pêlîstokên bûkînî bi ruhekî pir mirovî bû.
Ji aliyê xwe jî Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê (Bafil Celal Talebanî) peyamek belav kir û têde yaneya Zaxo bi wê serkeftina mezin pîroz kir.
Eve jî naveroka Peyamê ye:
"Ji dil ez pîrozbahiyê li handerên yaneya Zaxoyê dikim ji bo bidestxistina xelata baştirîn handerên salê yên Cîhanê. Ev destkeftiyek girîng û dîrokî ye.
Ev serkeftin berhema lihevkirin û yekîtîya gelê Kurdistanê ji bo vê klûba hêja û delal bû û ev yek nîşan dide ku em dikarin bi yekîtî û hevgirtina xwe serkeftinên mezintir bi dest bixin.
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê"
Ev Xelate her sal ji handerên ku kêliyek an helwestek taybetî di cîhana futbolê de tomar kirine re tê dayîn. Sedema sereke ya wergirtina vê xelatê ji ber destpêşxeriyek bêhempa ya alîgirên klûbê ye; Dema ku di 13ê Gulana 2025an de, bi hezaran bûk û pêlîstok bi dîmenek balkêş hatin avêtin nav stadyûmê, armanca vê gavê ew bû ku ev diyariyan wekî peyamek piştgirî û hêviyê bidin zarokên bi nexweşiya penceşêrê.
Xelat
