HORÎ- Bandora Hilbijartinên Êraqê li ser Sûriye û Kurd
Berdevkê Encumena Penaberên Kurdên Rojava – Sûriyê (Dawûd Çîçek) roja şemiyê 15/11/2025 bû mîvanê Bernama (HORÎ) ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de 241 saliya Silêmaniyê hate bibîranîn ku ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve sala 1784an de hatiye avakirin û navê bavê xwe Silêman Paşa li bajêr kiriye.
Her weha Dawûd Çîçek bal kişand ser rola Serok Mam Celal û Hêroxan di pêşxistin û geşedana bajêr û parastina kultur û azadiyê de.
Di berdewamiya bernameyê de babeta duyemîn jî li ser Bandora Hilbijartinên Êraqê li ser Sûriye û Kurdên Rojavayê Kurdistanê û piştevaniya ji gelê Kurd re ji bo gihêştina mafên xwe yên rewa û di Sûriyeya nû de.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
Xelat
