HESTÊ HEYKELÊN BÊ MIRAZ
Helbest: Siltana Memê
HESTÊ HEYKELÊN BÊ MIRAZ
Eşqa dila kewgirî bû,
Govend-dîlan temirî bû,
Li ser wan da zulm barî bû,
Bahar bê reng û terî bû.
Çevan da vîn qerimî bû,
Birîn bê çar werimî bû,
Dunya zalim herimî bû,
Heqî xemgîn û şermî bû.
Li erd, ezman gimînî bû,
Çek û gulle, qirçînî bû,
Hestê bê sûc qîrînî bû,
Kesî negot, çi mehnî bû?
Huba tuberk batinî bû,
Hewê da waxt sekinî bû,
Qedera wan derd anî bû,
Li heykelan nalînî bû.
Bê wijdanî zor bezî bû,
Zimanê sor pir razî bû,
Bah yê sar tek, bext-yazî bû,
Şev, roj hewar û gazî bû.
Bo çi sorgul şikestî bû?
Evîn çima bindestî bû?
Bersiv derew û qestî bû,
Tenê Axret bi rastî bû
21.11.2025
Xelat
