GELO BEŞA KURDÎ YA ZANÎNGEHA ZENGEZORÊ ÇI XISAR DIDE ZIMANÊ KURDÎ?

GELO BEŞA KURDÎ YA ZANÎNGEHA ZENGEZORÊ ÇI XISAR DIDE ZIMANÊ KURDÎ?

Nivîskar û Lêkoler: Zeynelabidîn Zinar

Ev demek e ku ez piştgiriya Zanîngeha Zengezorê dikin ku Beşa Kurdî  (kurmancî û zazakî) dest bi perwerdeyê bike.

Niha Beşa kurdî vebûye û ketiye rewacê.

Çendî ku min navê 30 kesî dabû zanîngehê, lê pir hindik kesan qeyda xwe çêkirine.

Diyar e ku  li Enqereya Paytexta Tirkiyê zanîngeha  ZENGEZORê, bi awayekî fermî vebûye.

Par sê beşên wê dest bi perwedeyê kirine.

Îsal jî çend beş vebûne, di nava wan de  Beşa Kurdî jî heye.

Dîplomeya wê Beşa Kurdî, wek ya Beşên Kurdî yên li zanîngehên dî ye.

Niha pir kes hene ku dijatiya wê beşa kurdî dikin û gotinên xirab dibêjin.

Gelek peyamên wisa ji min re jî hatine û gotine ku qaşo ew peş jî, wek TRT-KURDÎ xisar dide Kurdan.

Yek ji wan kesan jî vê sebehê biraderek bi navê ŞE vê peyama li jêrê digel  linkekeka videoyekê jî bo min hinartiye:

”Mamosteyê hija li ser Zanîngeha Zengezorê li vê vîdeoyê temaşe bike.

………………………..

Damezrênerê vê zanîngehê qaşo Mehmet Ali Aslan e. Şeklabanekî Tayyîpçîye û serokê Teşkîlata Osmanlîye wekîdin wezîrê derve yê komara Zengezorêye

Roja te bi mîne xweş gelek silav”

Bêguman sazûmana Osmanî li pêşberê Kurdan, ji Rejîma Kemalîzmê ne xetertir bû. Kemalîzmê 19 komkujî li Kurdan kiriye. Lê desthelatiya Osmanî wisa nekiriye.

Dema Osmanî Mîrektiyên Kurdistanê hebûn, medrese û perwerdehiya kurdî hebûne.

Dema Osmaniyan ji kurdekî re negotine EŞŞEKÇE KONUŞMA. Lê qeymeqamê Kemalîzmê Xeyrulah Yildiz li hafa 15-20 kesî, gote min: EŞŞEKÇE KONUŞMA.

Herêma Zengezorê, ew rewaqa ji Ermenistanê heta digîje Îranê ye.

Rast e, çewa Kurd dixwazin her pênc-şeş beşên Kurdistanê bi hev ve beste bikin,  Tirk jî dixwazin wê herêmê têxin destên xwe û Tirkiye bi komarên tirkî re yekkere bibe.

Dîsa rast e herwekî dewleta Bakûrê Qibrisê, niha hikûmetek jî  bi navê KOMARA ZENGEZORê avakirine.

Navê Zengezorê ji gundê malbata Eliyev ê li Liceya Amedê hatiye girtin.

Ev e 20 sal in ku li Azerbêcanê rojnameyeke hefteyî  bi zimanê kurdî û bi navê DÎPLOMAT jî tê weşandin.

Demek Berê serokê Komara Başûrê Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Berzanî çûbû Azerbêcanê, rêzdar Îlham Eliyev jê re pêşwaziyeke mezin nîşandabû.

Dewleta Zengezorê tiştekî cuda ye.

Teşkîlata Osmanî jî cuda ye.

Zanîngeha bi navê ZENGEZOR jî cuda ye.

Ew zanîngeh yeke taybet e û li çend welatan jî beşên xwe vekirine.

Niha têkiliya min bi hin zanîngehên dî re jî heye ku beşên kurdî vekin.

Çi kesê li dijê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Zengezorê derdikeve, ew bi dostanî dijminatiya Ziman û Çanda Kurdî dike.

Kî û çima li dijberî dikin, Kurd rind dizanin ku ji bo çi ye.

Îro eger partiya nijadperestê Tirkiyê Dewlet Baxçeli yê Swêregî jî, ji bi Zimanê Kurdî alîkarî ji min bixwaze, ez ê li ser serê xwe herim û alkariya wî jî bikim.

Ziman û Çanda Kurdî jî, ayetek ji Ayetên Xwedayê mezin e ku çewa di Sûretê Rûm, Ayet 22 de eşkere kiriye.

Xwedayê mezin allîkar û piştevanê Çanda Kurdî be.

20/ 03/ 2024. 12:59

 

 XELAT