Gelî sikak, kolan û cadeyên bajarê min Xemgîn nebin.. !
Nivîskar: Konê Reş
Gelî sikak, kolan û cadeyên bajarê min! Xemgîn nebin..!
Min pêlavek li gor kul û xemên we, ji xwe re tefsilandiye..!
Bela berf û baran bibarin û şal, şapik û sakoyê min şil bibin..
Bela bibarin û dar û devî bibjişkivin û geş bibin..
Gul û kulîlk bikenin..
Çûk û çivîk bê tirs li ser dîwarên Dêr û Mizgeftan deynin û sirûdên azadiyê bibêjin..
Qewal bi serbestî li def û şebabê xînin û govenda Yezdanî bigerîn in..
Erê bav û kalên me ji mêj ve gotine: Piştî tengasiyan firehî ye.
Xelat
