Encumena Penaberên Rojava û Rêxistina SEED civiyan

Encumena Penaberên Rojava û Rêxistina SEED civiyan

Şandeke bilind ji rêxistina SEED a civaka sivîl bi serokatiya Haje Rehman û amadebûna Brwa Ebdulah û Mesûd Hisên, li bajarê Silêmaniyê roja sêşemê 14/1/2025 serdana nûsîngeha Encumena Penaberên Rojava – Sûriyê kirin.

Şanda SEED ji aliyê endamên desteya birêvebir a encumenê û bi amadebûna serokê encumenê Hozan Efrînî hatin pêşwazîkirin.

Di civînê de Haje xanimê behsa karê rêxistina SEED a ji bo xizmetkirina penaberan di warê tenduristî, piskolojî, fîzîkî, yasayî, civakî û alîkariyeke sembolîk a madî ji bo penaberan de hate kirin .

Her weha di civînê de behsa projeyên taybet bi pêgihandin û rahênanên di warê civakî de jî hate kirin û hin program û projeyên giring a rêxistina SEED hate gotûbêj kirin.

Ji aliyê xwe ve serokê Encumena Penaberên Rojava Hozan Efrînî pêşwazî li destpêşxeriya SEED kir ji bo xizmetkirina penaberan û daxwaza hevkariya zêdetir kir di demên pêş de ji bo hişyarî , pêgihandin û rahênan û alîkariya penaberan.

XELAT/ Rojîn Serêkanî